Anîsa Cahferîmehr û Omer Fîdan bûn hevserokên nû yên PEN a Kurd

Navenda PEN a Kurd kongreya xwe ya 11. li Almanyayê li dar xist.
Anîsa Cahferîmehr û Omer Fîdan bûn hevserokên nû yên Navenda PEN a Kurd.

Kongra PEN a Kurd 9’ê Tîrmehê bi dirûşma ”Zimanê me hebûna me ye” li bajarê Oldenbûrgê ê Almanyayê hat lidarxistin.

Di kongerê de li ser xebatên Navenda PEN a Kurd û têkoşîna rewşenbîriya Kurdî nîqaş û nirxandin hatin kirin.

Omer Fîdan û Anîsa Cahferîmehr weke hevserokên Navenda PEN a Kurd hatin hilbijartin.

Her wiha Dilşad Xoşnav jî weke sekreterê giştî hat hilbijartin.

Back to top button