Têkildarî gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê, berpisê Ragihandin û Çapemeniyê QSD’ê Ferhad Şamî û hevseroka PYD’ê Asya Ebdela ji televizyona me re axivîn. Ferhad Şamî diyar kir ew êrişekê li dijî herêmê cidî dibînin û ew ji bo wê amade ne. Hevseroka PYD’ê Asya Ebdela jî diyar kir PYD’ê di rewşeke wiha de wê li kêleka gel û hêzên parastinê bi erka xwe rabe.
Gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê dewam dikin û li dijî ihtimala êrişeke li ser li herêmê Rêveberiya Xweser berê çend rojan rewşa awarte ragihand.
Têkildarê vê mijarê berpirsê Ragihandin û Çapemniya QSD’ê Ferhad Şamî tevlî bernameya Îroj a televizyona me bû.
Asya Ebdulah: Ji bo gel xwe li dijî êrişan biparêze, dive xwe birêxistin bike
Heveroka Partiya Yekîtiya demokratîk PYD’ê Asya Ebdelah jî têkildarê mijarê tevlî bernameya Jin Aktuel a televizyonê me bû û nirxandin kir.
Asya Ebdela anî ziman ji bo gel xwe li dijî êrişan biparêze divê rêxistinbûyîna xwe xurt bike.
Asya ebdulah: pyd’ê dê li kêleka gel û hêzên parastinê bi erka xw rabe
Asya Abdullah diyar kir ku PYD’ê di êrişeke muhtemel de dê li kêleka gel û hêzên parastinê bi erka xwe rabe.
Li ser rol û erka ku dikeve ser milê gel jî di rewşa heyî de, Hevseroka PYD’ê nirxandin kir û taybet bal kişand li ser rola komînan.