Li Hewlêrê…êrişî mala berpirsê YNK’ê Hacî Mesîf hat kirin

Doh kesên nenas êrişî mala berpirsê YNK’ê Hacî Mesîf li Hewlêr kirin û parêzvanekî wî birîndar kirin.

Der barê bûyerê de sekreterê berpirsê Endamê Rêveberiya YNK’ê, Kerîm Sermamî ji ROJNEWS’ê re axivî.

Kerîm Sermamî got: “Duh bi şev saet 02:10’an kesên nenas, gule berdan mala endamê rêveberiya YNK’ê Hacî Mesîf.

Di encamê de parêzvanek birîndar bû.”

Kerîm da zanîn ku ti pirsgirêka Hacî Mesîf bi kesekî re tune ye ji ber wê jî niha gumana wan li ser kesî tune ye.

Li gorî agahiyan êrişkar ber bi cihekî nediyar ve reviyane û heta niha jî nayê zanîn bê ka bûyer ji aliyê kê ve pêk hatiye.

Back to top button