Îbrahîm Şêxo: Piştî civîna NATO’yê 11 Kurd hatine revandin

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo eşkere dike, piştî civîna NATO’yê 11 Kurd li Efrîna dagirkirî hatine revandin û kalemêrek jî hatiye kuştin.
Şêxo tekez kir zêdebûna van êriş û gefên Tirkiyê nîşane ye ku wê erêkirina qirkirina gelan ji NATO’yê wergirtiye.

Şêxo anî ziman di demên dawî de, nemaze piştî bidawîbûna civîna NATO’yê, asta sûcên Tirkiyê û çeteyên wê zêde bûne û ev got:

“Ji hingî ve 11 bûyerên revandinê û kuştina kesekî bi temen di rewşeke nediyar de hatin belgekirin.

Di heman demê de gef û êrişên li ser herêmê bi giştî jî zêde bûne.”

Ibrahîm Şêxo tekez kir ev hemû bûyer nîşan didin ku Tirkiyê di civîna NATO’yê de erêkirina qirkirina gelên herêmê wergirtiye.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bang li rêxistinên navneteweyî û dewletên têkildarî dosyaya Sûriyê kir ku rê nedin Tirkiyê ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, sûcên wê li herêmên dagirkirî rawestînin.

Back to top button