Mmeclîsa jinan a HDP’ê: tundî ji kê tê bila bê emê li ber rabin

Meclîsa Jinan a HDP’ê têkildarî nûçeyên li ser tundiya Parlamenterê Mûşê Mensûr Işik li hevsera xwe kir, daxuyaniyek da.
Meclîsa Jinan diyar kir, tundî ji kê tê bila bê em ê li ber rabin.

 

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Têkildarî vê tundiya ku li ser çapemeniyê hate weşandin, gotinên jinê ji bo me esas e.

Di vê çarçoveyê de me dest bi lêkolîna pêwîst kirine.

Têkoşîna li dijî her şêweyên tundiya li jinê, ji bo me sedema hebûnê û têkoşînê ye.

Tundî ji kê û ji ku tê bila bê em ê li ber rabin.

Em ji her kesê re radigihin em ê di têkoşîna dijî tundiyê de bi israr bin.”

Hat diyarkirin ku derbarê Menur Işik de biryara “dûrxistinê” hatiye dayîn.

Back to top button