SOHR: Li Humsê 4 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku efserekî hikûmeta Şamê yê ku duh di êrişa li bakurê bajarê Sexnê yê gundewarê Humsê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

SOHR’ ê derbarê êrişa li ser hemasê de ev agahî parvekir:

“4 Leşkerên hikûmeta Şamê li çolistana Humsê ji aliyê kesên nenas ve hatin kuştin.

Li gor pêşbiniyên me îhtîmal heye çekdar, girêdayî şaneyên koma Lîwa El Baqir ên DAIŞ`ê bin.

Bi vê daneyê re hejmara windahiyên êrişa li Sexnê gihişt 4 leşkeran û 1 din jî birîndar bûye.”

SOHR’ê diyar kir ku di encama operasyonên leşkerî yên li çolistana Sûriyeyê ji destpêka 2023’yan de heta niha 475 kes hatine kuştin

Back to top button