Rêveberiya kampa Holê 385 kesên din ji kampê derxistin û şandin malên wan

Rêveberiya kampa Holê 385 kesên ji Dêra Zorê ji kampê derxistinû ber bi malên wan ve şandin.

Rêveberiya kampa Holê beşa 11’emîn a şêniyên Dêra Zorê ji kampê derxist.

Hejmara malbatên ku ji kampê hatin derxistin 109 e û ji 385 kesan pêk tê.

Ev malbat ji herêmên gundewarên rojhilatê Dêra Zorê ne.

Despêkê malbat ji bo bajarokê El-Sûr hatin veguhestin.

Malbatên ku li qada sûka bajarok kom bûn, ji wir jî her malbatek berê xwe da herêma ku lê dijî.

Derxistina malbatan li gorî lîsteyên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatî amadekirin pêk tê û ev kes li ser daxwaza şêx û rûspiyên herêmê ji kampê têne derxistin.

Leave a Reply

Back to top button