Hemwextî behsa operasyoneke Rejîmê, şerê Helebê gur dibe

Di wextekî ku behsa operasyoneke rejîma Sûrî li dijî çeteyên li gundewarê Helebê tê kirin de, li herêmên gundewarê Helebê şerekî giran navbera rejîma Sûrî û çetyên dewleta Tirk de rû dide.

Di encamê van şeran de tenê li Heleb û Idlibê di nav de 13 jê zarok, 25 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 11 çete hatin kuştin.

Ev demeke hin dezgehên ragihandinê behsa operasyoneke nêzîk a rejîma Sûrî li dijî çeteyên dewleta Tirk li gundewarê Helebê dikin.

Di vê derbarê de, hem rejîm û hem jî çeteyên dewleta Tirk êrîşên xwe yên li gundewarê Helebê zêde kirine.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê, herêma Îkarda bi dijwarî bombebaran kir.

Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê jî, derdora 69 êrîş li bajarokê Kefernoran, Kefernaha û Keferta’al û Arhab li gundewarê rojavayê Helebê pêk anîn.

ŞERÊ LI SÛRIYÊ
ÇETEYAN NUQTEYÊN REJÎMÊ KIRIN HEDEF, 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Li rex Helebê, şer li Idlibê jî ranewestiya.

Hemwextî agirbesta dewleta Tirk ku ev 10 roj in li herêmên bi navê ”Kêmşer” hatiye ragihandin, rejîmê, gund û bajarokên Has, Kefroma, Merezêta, Bisqela û hin herêmên din li gundewarê Idlibê kirin hedef.

Li hember wê jî, komên çete yên dewleta Tirk nuqteyên rejîmê li bajarokê Cercenazê yê Idlibê û li gundewarê Lazqiyê topbaran kirin.

ŞERÊ LI IDLIB Û HELEBÊ
DI NAV DE 13 ZAROK, 25 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov diyar kir ku di tevahî şerên navborî de, 13 jê zarok, 25 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Her wiha 11 çeteyên dewleta Tirk û 5 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button