Tokyo, London û Roma li pey pêşxistina balafirên nû ne.
Japonya, Brîtanya û Îtalyayê ragihandin ku ew ê heta sala 2035’an bi balafireke şer a nifşê nû çêbikin.
Di dema ku hawirdora dijwar a ewlehiyê ya li herêma Hindo-Pasîfîkê û fikarên şerê li Ukrayna derketin, gelek welatan xwe neçar dîtin ku lêçûnên xwe yên parastinê zêde bikin.
Japonya, Îngilîstan û Îtalyayê biryarek hevpar girtin.
Di daxuyaniya hevpar a nivîskî ya ku serokwezîrên hersê weltan dayîn de, hat ragihandin ku biryara pêşxistina balafireke şer a hevpar dane.
Heta 2035 wê cureyeke nû a balafirê were pêşxistin
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku welatên hevkar têkiliyên demdirêj û nêzîk li ser bingeha nirxên hevpar ên azadî, demokrasî, mafên mirovan û serweriya hiqûqê ne û wiha hat gotin:
“Em Bernameya Hewayî ya Têkoşîna Gerdûnî (GCAP) radigihînin.
Ev yek însiyatîfeke bi biryar e ku heta sala 2035’an balafireke şer a nifşê nû bê pêşxistin.”