Li çiyayê Qereçox yê li Mexmûrê di navbera artêşa Iraqê û hêzên PDK’ê de şer derket.
Seatên ber êvarî, li ser çiyayê Qereçox yê li Mexmûrê, di navbera artêşa Iraq û hêzên PDK’ê de pevçûn derket.
Li gorî agahiyan di encama pevçûnê de 3 leşkerên Iraqê û 5 çekdarên PDK’ê birîndar bûne.
Hat ragihandin dengê çekan li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî hatiye bihîstin û hinek gule jî li nava xaniyên welatiyên wargehê ketine.