Li Dêrazorê kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê ya ji bo Pêşxistin û Xurtkirina Hevkariyê bi beşdariya gelek kesayet û endamên saziyan hat lidarxistin.
Kongre bi encamnameyekê bidawî bû û biryarên girîng hatin girtin.
Kongre li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê hate lidarxistin.
Armanc ji kongreyê, guhdarîkirina daxwazên xelkên Dêrazorê, avakirina sazûmaniyeke rêveberiyê û xurtkirina hêza ewlehî û leşkerî bû.
Nûnerên Melcisan sivîl û leşkerekî, partiyên siyasî, jin û şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê beşdarî kongereyê bûn.
Di kongreyê de, rewşa siyasî, aborî û xizmetguzarî a li Dêrazorê û rêveberiyê hate nîqaşkirin.
Piştî axaftinan beşdaran li ser mijarên navborî nerîn û pêşinyarên xwe anîn ziman.
Kongre bi encamnameyekê bidawî bû.
Çend xalên girîng yên encamnameyê wiha ne:
- Ji nû ve avakirina meclisên xwecihî, rêveber û şaredariyan.
- Ji nû ve rêxistinkirina hêzên ewlekariya hundirîn û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê.
- Derfet li pêşiya partiyên siyasî yên Dêrazorê were vekirin da ku karê xwe bike, heta ku qanûna ruxsetkirina partiyan derkeve.
- Piştgiriya projeyên xizmetguzarî, tenduristî û perwerdeyî.
- Vekirina 4 dergehên mirovî û bazirganî.
- Pêkanîna ofîsa kar û barê girtiyan.
- Parastina mafên jin û ciwanan.
- Xelkê Dêrazorê hemû hewldanên derxistina fitneyê red dike.
- Xelkê Dêrazorê piştgiriya rêveberiya xweser û hêzên QSD’ê dike.