Berî du rojan, Dewleta Tirk a dagrirker komkujiyek li gundên Qirinfil ê Girê Spî pêk anî.
2 kes şehîd û 3 jî birîndar bûn.
Hikûmeta Şamê ev bûyer şemerzar kir û banga lezgîn li Cîhanê kir ku, bikevin tevgerê û van sûcên şer rawestînin.
Ajansa SANA’yê li ser zimanê çavkaniyekî ji wezareta karê derve diyar kir ku, tevî lihevkirinên di Astana û Sotçî de, lê belê TIrkiyê bi riya hêzên xwe yê terorîst, binpêkirina derheqê gelê Sûriyê de didomîne û qanûnan bin pê dike.
Her wiha idia kir ku, ew ê li hemberî Rêjîma Tirkiyê yekîtiya axa Sûriyê biparêzin.
Ajansa Fermî ya Rêjîmê li gorî çavkaniyên xwe bang li Cîhanê dike ku xwe bilivîne sûcên şer û binpêkirinên Tirkiyê rawestîne.