Koalîsyona Navdewletî: Şerê dijî terorê li Sûrî û Iraqê dewam e

Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê destnîşan kir ku şerê wan ê li dijî terorê li Sûriye û Iraqê berdewam e û wê destekdayîn ji bo herêmên rizgarkirî bidomînin.

Koalîsyona Navdewletî daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku îro rêveberên siyasî yên koma biçûk a Koalîsyona Navdewletî civiyan.

Koalîsyona Navdewletî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku rêveberan carek din teqez kirin ku şerê wan ê hevpar li dijî DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê berdewam e û dê armancên hevpar biparêzin.

Her wiha rêveberên siyasî yên koma biçûk a Koalîsyonê li hev kir ku girîng e wesîle û jêderên leşkerî û sivîl werin parastin û piştgiriya hêzên hevpar were kirin.

Rêveberên siyasî diyar kirin ku ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa Coronayê perewerdeya leşkeran rawestiyaye, lê dema derfet peyda bibe wê bidomînin.

Her wiha li ser zêdekirina hemû cûreyên destekdayînê ji bo herêmên rizgarkirî û aramiya wan, rêveberên siyasî yên koma biçûk a Koalîsyona Navdewletî li hev kirin.

Back to top button