Rêxistina Efûyê ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwest ku dawî li girtinên kêyfî bîne

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwest ku dawî li girtinên kêfî û zextên li ser çalakiyan bîne û kesên ku neheq hatine girtin berde.

Duh, Rêxistina Efûyê di rapora xwe de diyar kir ku rayedarên Hikûmeta Başûr bi hinceta ‘ewlehiya netewî’, kampanya girtina girseyî li ser çalakger û nûçegihanan da destpêkirin, her wiha bi dozên neadil û bi sûcdariyên bêbingeh wan dadgeh dike.

Rêxistina Efûyê bi bîr xist ku li Duhokê û bi taybetî li Behdînanê zêdetirî 100 kes hatin girtin, ji wan 30 kes hîn jî girtî ne.

Rêxistinê ji rayedarên Başûr daxwaz kir ku qanûnên şaşpênasekirî û nediyar ji bo sînordarkirina azadiya fikir û ramanê bi kar neyînin û li gorî pîvanên hiqûqa navnetewî û mafên mirovan tevbigerin.

Rêxistina Efûyê diyar kir ku divê îfadeyên ku bi êşkence û zorê hatine standin di darizandinan de weke delîl neyên qebûlkirin û derheqê berpirsan de lêpirsîneke berfireh û bêalî were destpêkirin.

Back to top button