Etiyopya biryara Komkara Erebî ya bendava El Nehdayê red kir

Wezareta Karên Derve ya Etiyopyayê biryara Komkara Erebî ya der barê bendava El-Nehdayê red kir.

Wezareta Karên Derve ya Etiyopyayê bi daxuyaniyeke nivskî diyarkirin ku Serokwezîr Edîs Ababa ew biryar red kir û destnîşan kir ku mafê wan yê avakirina bendavê heye.

Etiyopyayê da xuyakirin ku tenê bi rêya hevkariyê û diyalogê ewlehiya avê ya dewletên ser çemê Nîlê pêkan e.

Wezaretê, Misir û Sûdan tawanbar kirin ku wan nekarî pêşketinê di danûstandinên der barê bendava El-Nehda de bi dest bixin û wiha got:

Dagirtina bendava El-Nehda wê li gorî nexşeya ji bo wê hatiye amadekirin, pêk were.

Wezaretê di daxuyaniyê de da zanîn ku bendava El-Nehda dozeke Afrîkayê ye û divê Afrîka çareser bike.

Sekreterê Giştî ya Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xît jî piştî cîvîna Dewhayê diyar kir ku Komkara Erebî bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê kir ku li hev bicivin ji bo ku nakokiyên çêbûne, lêkolîn bikin.

Bi pêkanîna projeya El Nehda re wê Sûdan û Misir diwarê avî de zehmetiyên mezin bibînin.

Back to top button