Asayîşa PDK’ê di 7 Hizêranê ciwanê ji Rojava yê bi navê Ciwan Ebid El-kerîm li deriyê Sêmalika revand û heta niha jî çarenûsa wî ne diyar e.
Ciwanê 21 salî ji bo dermankirina dayîka ew û dayika xwe ya nexweş berê xwe dabûn Başûrê Kurdisatanê.
Lê asayîşa PDK’ê li derî ciwan revand heta niha çarenûsa wî ne diyar e.
Malbata Ciwan ji ANHA`yê re diyar kir ku tevî hemû hewldanên wan jî, tu agahî der barê sedema girtina wî de bi dest nexistine.
Di 10 Hizêranê de jî Asayîşa PDK’ê li Hewilêrê 3 nûnerên Rêveberiya Xweser û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) revandin û hate niha çarenûsa wan nediyar e.