Serçeteyekî DAIŞ’ê li Reqayê hate girtin

Operisyona ‘Birûska Cezîrê’ ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê ji aliyê QSD’ê ve bi alîkariya Asayişê û hêzên koalisyonê dewam dike. QSD’ê raghand ku hêzên wan li Reqa, Til Hemîs, Til Birak, Holê û Dêra Zorê jimarek din ji çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku hêzên taybet operasyoneke ewlehiyê li bakurê Reqayê li dar xistiye.

Di encamê de serçeteyê ku berê “Mîrê Beyt El Mal” bû û xebatên malî yên DAIŞ`ê li Dêrazorê bi rêve dibirin, hate girtin û belgeyên pê re desteser kirine.

Back to top button