QSD: Li Til Hemîs, Hol û Til Birak 2 çete haitn girtin

Operisyona ‘Birûska Cezîrê’ îro di roja 7’an de dewam kir. QSD’ê raghand ku hêzên wan li Til Hemîs, Til Birak, Holê û Dêra Zorê jimarek din ji çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Operisyona ‘Birûska Cezîrê’ ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê ji aliyê QSD’ê ve bi alîkariya Asayişê û hêzên koalisyonê dewam dike.

Navenda Ragihandina QSD bi daxuyaniyekê ragihandin ku gelek çete hatin girtin û got: Di roja 7’an a Operasyona Birûska Cizîrê de, şopandina şaneyên DAIŞ’ê li Til Hemîs, Til Birak û Holê dewam kir.

Lêgerîn, li gundên Rebîa, Milewese, Texleba Jorîn û Jêrîn ên Til Hemîsê û herêma sînorê Sûriyê-Iraqê bi rûbera 40 kîlomtre pêk hat.

Di operasyonê de, 2 çeteyên DAIŞ’ê ku beşdarî êrişan bûne û li gel wan çek û cebilxane hebûn hatin gitin.

Her weha gelek çek û cebilxanyên ku di mezreyên herêmê de hatibûn veşartibûn jî hatin dîtin.

Back to top button