Şofêrên wesayîtên barhilgir ên Başûr li dijî biryara zêdekirina bac û gumrikê çalakî kirin

114 şofêrên wesayîtên barhilgir li dijî biryara hikumeta Başûrê Kurdistan a zêdekirina bac û gumrikê çalakiyek li dar xist.

Çalakî li ber deriyê Sînorê Navnetewî yê Perwêzxan ê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de pêk hat.

Di çalakiyê de şofêran wiha gotin,

“Biryara Wezareta Pîşesazî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê carareke din em enfalkirîn’

Salih Cebar yek ji şofêrên ku tevlî çalakiyê bûye diyar kir ku ew hemû xwedî malbatin û jiyana wan wiha nameşê.

Back to top button