Hevserokê HDP’ê yê Amedê: Heya tecrîd ranebe, ti pirsgirêkên Tirkiyê çareser nabin

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan diyar kir ku dewleta Tirk 21 yek sal bi tecrîda li Îmraliyê xwest pirsgirêka Kurd çareser bike, lê tecrîdê pirsgirêk çareser nekir û kurtir kir.

Ceylan da xuyakirin ku pirsgirêka Kurd ne gengaz e bi tecrîdê were çareserkirin û got:

“21 sal Birêz Ocalan di tecrîdeke kûr û giran de ye. Eger heta niha bi tecrîdê pirsgirêka Kurd hatiba çareserkirin, wê niha jî di rojevê de tune ba.

Dîrokê jî baş ev yek piştras kiriye..”

Hevserokê HDP’ê yê Amedê anî ziman ku:

“Tekane hêza careseriyê, Ocalan e û heta tecrîd ranebe, wê dewleta Tirk ji aloziyan xilas nebe, pirsgirêka Kurd çareser nabe û demokratî li Tirkiyê jî pêk nayê.”

Back to top button