Li Efrînê jineke çeteyan, zarokeke din ji avahiyekê avêt

Ji ber nakokiyên di navbera çeteyên dewleta Tirk de, wan bi rêya jinekê, zarokeke din ji avahiyekê avêt û kuştin. Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bi armanca guhertina demografya herêmê, malan di nava erdên şêniyên Efrînê de lêdikin. Heta niha jî 100 mal hatine lêkirin.

Ji ber nakokî û şerê di navbera çeteyan bi xwe de, çete bi rêya jinên xwe tolê ji hev radikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku jinekê, zaroka bi navê ‘Cene El-Şêybanî’ ji avahiyekê li navenda bajarê Efrînê avêt û bi hovîtî kuşt.

Rêxistinê da zanîn ku Cene zaroka çeteyekî ji Şamê ye.

Beriya vê jî 7 zarok bi vî rengî hatin kuştin.

Yê herî dawî jî zarokê bi navê ‘Selah Ibrahîm El-Rec’ yê 9 salî û zarokê du salî yê bi navê ‘Imad Mehmûd Ekaş’ jî ji avahiyekê hatin avêtin û kuştin..

Çeteyan 100 mal di erdên Efrîniyan de lê kirin

Li aliyekî din, di çarçoveya guhertina demografiya herêmê û mayîndekirina dagirkeriya xwe de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê avahiyan lê dikin.

Herî dawî, bi biryara dewleta Tirk û bi çavdêriya qaşo ‘Odeya endazeyarên meclisa herêmî û Desteya Ewqafê’ erdên şêniyên Efrînê li ser malbatên xwe belav dikin.

Ev kirin, bi armanca ku malbatên çeteyan avahiyan lêkin, tê kirin.

Malpera Çalakvanên Efrînê bi raporekê ev kirin piştrast kir û diyar kir ku ‘kesên ku dewleta Tirk erkdar kirine 400 metre erd li ser her malbateke çeteyan belav dikin’.

Malperê eşkere kir ku, çete erdê di navbera gundê Tirindê û Zerka li ser malbetên xwe par dikin.

Li gorî malperê, heta niha hezar malbatî erd birine.. ji wan 100 mal lê kirine.

Back to top button