“Dagirkeran di êrişê Minbicê de çekên jehrî bi kar anîn”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê Elî El Yusif destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, çekên jehrî jî di nav de, tevahî cureyên çekan li dijî herêmê bi kar anîn.

Elî El Yûsif anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina sivîlan armanc dike vîna hêzên meclisê bişkîne û got:

“Dagirker nikarin li hember hêzên me yên fedaî xwe ragirin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker herêmê topbaran û bombebaran dikin.

Tevahî çekên giran wekî moşekavêj û balafirên bê mirov bi kar tîne.

Vê dawiyê bi bombeyên ku dûmana spî derdixe gundê Til Torîn ê nêzî eniyên şer topbaran kir.”

El Yusif îdiayên çeteyan ku ′Ciwanên êlan di nav hêzên wan de hene′ derewandin û bi domdarî got:

“Îdia dikin ku artêş ciwanên êlan e. Lê dema hêzên me bersiva êrişan dan, derket holê ku ew komên êrişkar Cebhet El Nusra ne.”

Elî El Yusif di dawiya axaftina xwe de wiha got:

“Em xelkê vê herêmê ne, ji ber wê jî şênî piştgiriya me dikin.

Li ser vê bingehê em soz didin ku dê bersiva tevahî êrişan bidin û rêya şehîdan berdewam bikin.”

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya bersivdayîna êrişan eşkere kir

Back to top button