Şêniyên herêmê: Rêya M4 bûye rêya mirinê, divê rê ewle bibe

Rêya M4 bûye rêyên herî tirsnak li Sûriyê. Ji ber ku dewleta Tirk rêya bazirganiyê ya ewle M4 veguherand dojehê û hema hema rojane jiyana ajokar û şêniyan dixe metirsiyê. Ajokaran bang li NY û dewletên garantor kir ku rêya M4 a çalak li bakurê welêt ewle bikin.

Şêniyên herêmê navê “rêya mirinê” li rêya M4 kiriye.

Rêya M4, jiyana şêniyên ku tê re derbas dibin, dixe metirsiyê.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker rojane ajokar û gundên sivîlan ên li ser “rêya mirinê” topbarana dikin.

Ajokar di rêya navbera Ebû Sira, Eyn Îsa û gundên Hoşan, Feleh, Xalidiyê û Dibis re derbas dibin, ji tirsa guleyên çeteyan, bi leza 120 km di saetekê de erebeyên xwe diajon.

Ajokar diyar dikin ku rêya M4 metirsiyeke mezin ji şêniyan re çêdike û rêwî ji nuqteyên dewleta Tirk ên nêzî rê têne armanckirin.

Ajokaran bang li NY û dewletên garantor kir ku rêya M4 a çalak li bakurê welat ewle bikin.

Ev rêya di navbera Eyn Îsa û Hoşanê de rêyek metirsîdar e.

Sivîl li ser vê rêyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tên gulebarankirin.

Em dixwazin ev rê ewle bibe, Welleh rojane sivîl birîndar dibin..

Ev rê ne ewle ye…

Eger Tirkiyaya qirêj ji herêmê derkeve wê rê ewle bibe.

Berê em seat 10’ê şevê, kengî ba em di vê rêyê re derbas bibina û gihaştibana sînorê Iraqê jî ewle bû..

Ti pirsgirêk tune bûn, piştî ev gemar derbasî herêmê bû, herêmê xera kir û her tişt li bin guhê hev xist..

Têvî gerantiya Rûsyayê jî, lê dewleta Tirk şêniyan topbaran dike û li şûnê daneyên kuştina sivîlan diyar dibin.

2 Tebaxê dewleta Tirk a dagirker li ser vê rêyê gule li sivîlekî reşand û ew birîndar kir.

Di Tîrmeha borî de jî, 2 sivîl birîndar bûn.

Her wiha gundên Hoşan û Xalidiyê bi awayekî domdar tên topbarankirin.

Back to top button