Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Li Meletiyê pêdivî bi sobe û konan heye

Rêxistina HDP’ê û gel ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê bikin her di nava seferberiyê de ne. Ev alîkariya ku tê berhevckirin lê timî ji aliyê polîsan ve tê astengkirin. Polîsan dest danîn ser alavên alîkariyê yên HDP’ê ku ji Îzmîrê bo Osmaniyeyê şandibûn. HDP’îyan bertek nîşanda û polîsan jî gule li wan reşandin.

Rêxistina HDP’ê û gel ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê bê navber di nava seferberiyê de ne.

Maseya Krîzê ya HDP’a Meletiyê li navenda bajêr 6 embarên alîkariyê ava kir.

Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ku wek dilxwaz dixebitin, alîkariya li embaran berhev bûye ji navendê heta navçeyan û gundan li mexdûran belav dikin.

Van dilxwazên HDP’yî hewl didin ku birîna mexdûran bipêçin û bibin alîkar.

Jinên li Colemêrgê nan dipêjin: “Roj Roja Piştevaniyê ye”

HDP’ê, Navenda Koordînasyona Krîzan ava kir û di çarçoveya xebatan di 3 rojên ewil de 219 TIR û 140 kamyonên alîkariyê ji herêmên erdhejê re şand.

Bi hezaran rêveber, endam û dilxwaz li qadê 24 saetan dixebitin û pêdiviyên tup, benzîn û sotemenî yên 4 bajaran pêşwazî kirin.

Li gel van alîkariyan, her wiha jin nan çêdikin û ji herêmên erdhejê re dişînin.

Jinên ji navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê, dest bi çêkirina nan kirine û ji mexdûrên erdhejê re tê şandin.

Polîsan dest danîn ser konvoya alîkariyê ya HDP’ê ku ber bi Osmaniyê ve diçû

Rêxistina HDP’a Îzmîrê jî xwest kamyoneke alîkariyê ji bo Osmaniyê bişîne lê polîsan dest danî ser.

Li ser vê yekê HDP’iyan bertek nîşan dan.

Polîsan bi bombeyên gazê êrişî HDP’iyan kir û alîkariya desteserkirî radestî AFAD’ê kirin.

Back to top button