Artêşa dewleta Tirk, tevî çeteyên girêdayî wê, êrîş birin ser gundên Girê Spî û Serkaniyê. Her wiha dagirkeriya Tirk gundên navçeya Şerayê ya Efrînê topbaran kirin.
Îro di saetên şevê de, Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Erdîa û Xirbet Beqer ên girêdayî Girê Spî bi obusan topbaran kirin.
Her wiha dagirkeirya Tirk, gundên Rebîhat û Til Werd ên bajarokê Zirgan yê girêdayî Serêkaniyê, bi tank û obusan topbaran kirin.
Têkildarî encamên topbaranê agahî nehatin bidestxistin.
Li aliyeke din , dagikeriya Tirk, vê şevê, gundên navçeya Şera ya Efrînê jî topbaran kirin.
Li gorî agahiyan, artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê, bi obusan êrîş birin ser gundên Merenaz, Şewarxe, Malikiyê û Elqemiyê yên navçeya Şerayê.



