Efrîn..çeteyên ”Hemzat” ciwanê bi navê Mihemed Osman revand

Li Efrînê binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê berdewam in.Çeteyên dewleta Tirk ji navçeya Cindêrisê ciwanek revand û li navçeya Mabata jî xweza talan kirin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku çeteyên bi navê ”Hemzat” ciwanê bi navê ”Mihemed Osman ” ji gundê Çolaqa yê navçeya Cindêrisê revand.

Hat ragihandin ku piştî çeteyan 1500 dolar wek fidiye jê standin, ew berdan.

Li navçeya Şiyê jî çeteyê bi navê ”Ebû Qasim Şamiye” sivîlê bi navê ”Xalid El-Mihemed” kuşt.
Li gorî agahiyan, Xalid dema şivantî dikir, li ser rê hat gulebarankirin.

EFRÎN- BINPÊKIRIN
ÇETEYÊN DEWLETA TIRK LI NAVÇEYA MABATA Û ŞERAYÊ DAR BIRÎN

Li aliyekî din û di çarçoveya talankirina xwezaya Efrînê de, li gundê Rota yê navçeya Mabatayê ji ber topbarana çeteyên bi navê ”Semerqend” zirar gihaşte darên gund.

Li navçeya Şerayê jî, li gundê Meresika, çeteyên dewleta Tirk ên bi navê ”Cebha Şamiye” darên zeytûnan ên sivîlê bi navê ”Memdûh Tobal Hemo” ku beriya niha ew dabûn koçberkirin, birîn.

Back to top button