Roja çarşemê dadgehkirina Trump bi dawî dibe

Meclisa Rûspyan a Amerîkî, anîna şahid û belgeyan ji bo dadgehkirina Serokê Amerîka Donald Trump red kir û ji bo bêgunehkirina wî jî dixebite.

Bi 51dengî li beramberî 49 dengan, biryara hazirbûna şêwirmendê berê di Kokşa Spî de John Botlon û hin şêwirmendên din nehat qebûlkirin.

Dezgehên Ragihandinê yên Amerîkî diyar kir ku, dadgehkirina Trump dibe roja çarşemê bi dawî bibe û tê texmînkirin bêgunehiya Trump ji herdû tewanbariyan bê ragihandin.

Heman dezgehan diyar kir ku, piştî dengdana navborî, wê roja Duşemê xebatên dadgehkirinê dewam bikin.

Li gorî wan, ji ber rêjeya Komargeran di hindirê Meclisê de zêde ye, bidûrxistina Trump ji kar zehmet e.

Back to top button