Li Keşmîrê herî kêm 12 kes mirin û bi dehan jî brîndar bûn

Di roja pêşî ya sala nû de, li Hindistanê qezayeke mezin rû da. Di encamê de herî kêm 12 kes mirin û bi dehan jî birîndar bûn.

Li herêma Keşmîrê, serdana Gora Mata Dîvî weke yek ji erkên herî pîroz ê baweriya Hindos tê zanîn.

Beriya vîrûsa Coronayê, rojan 100 hezar kes diçû serdana gorê.

Vê sibê weke berdewamiya vê kevneşopiyê, dîsa bi hezaran kesî berê dan Gora Mata Dîvî.

Dema serdanê ji ber hejmara zêde pê li hev kirin.

Di encamê de herî kêm 12 kes mirin û bi dehan jî birîndar bûn.

Li gorî îdîaya dezgehên ragihandina welat, sedema qezayê ew e ku mirov bê destûr derbasî avahiya Gorê bûne.

Her wiha hejmara wan jî ji ya diyarkirî zêdetir bû.

Back to top button