Bertek û nerazîbûnên li hember van êrişên dewleta Tirk jî zêde dibin. Meclisa Qamişlo bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Tirk ên li dijî Zirgan û Til Temir şermezar kirin.
Endamên Meclisa Qamişlo li dijî êrişên dewleta Tirk, daxuyaniyek li goristana Şehîd Delîl Saroxan dan.
Meclisê êrişên dewleta Tirk ên li dijî dijî jin û zarokan û hedefgirtina mizgeftan şermezar kir û got:
“Ev kiryarên ne ji kiryarên kesên ku xwedê nas dikin û baweriya xwe pê tînin. Ev êriş dermirovî û exlaqî ye.
Mafê tu zindiyekî nine ku ku rihekî qetil bike.
Em ji hemû dewletên îslamî re yên ku van sûcan dibînin û bêdengin re dibêjin, hûn hevkarên van sûcan e.”