TEV-DEM, PYD’ê, KCK’ê, KNK’ê û Kongra Gel bi Boneya Cejina Qurbanê, peyam weşandin û cejn pîroz kirin. Di peyaman de banga mezinkirina têkoşînê a li hember êrişên qirkirinê hate kirin.
Bi boneyê cejnê gelek peyamên pîrozbahiyê hatin weşandin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di peyama xwe de cejna Qurbanê li tevahiya cîhana îslamê pîroz kir
TEV-DEM’ê di peyama xwe de wiha got: “Di demekê de ku gelê herêmê pêşwaziya cejna Qurbanê dike, dewleta Tirk gefa operasyonên leşkerî dixwe, ev jî rastiya faşîzma Tirkiyê dide xuyakirin.
TEV-DEM’ê hêvî kir ku aştî li welat misoger bibe, kêf û xweşî li ser rûyê zarokan vegere û koçber jî vegerin malên xwe.
PYD’ê Cejina Qurbanê li gelê herêmê û cîhana îslamê pîroz kir
Meclisa giştî ya PYD’ê jî bi heman armancê daxuyanî da û cejina Qurbanê li cîhana îslamê pîroz kir.
PYD’ê di daxuyaniya xwe de bi nêzîkbûna cejina Qurbanê re, îşaret bi gef û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê kir û bêdengiya civaka navneteweyî a li hemberî van êrişan bi bîr xist.
PYD’ê bang li pêkhateyên herêmê û hemû aliyên siyasî kir li kêleka Rêveberiya Xweser bin, yekîtiya xwe xurt bikin û rê li hewldanên dijmin ên li ser herêmê bigirin.
KCK: Têkoşîna li hemberî polîtîkayên faşîst biqasî îbadetê pîroz e
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê jî bi peyamekê Cejna Qurbanê li cîhana îslamê pîroz kir.
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê di peyama xwe de got:
“Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê di bin navê Îslamê de bi awayekî nijadperest êrîşî Kurdan dike.
Ji ber vê Misilmanên Kurd di serî de, divê hemû Kurd bizanibin ku zemîna îdeolojîk a mêtingeriya Tirk, feraseta Îslama Tirk a ji rêderketî ye.
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Cejna Qurbanê li Misilmanan pîroz kir û bang li gelên Tirk, Ereb, Kurd û gelên din kir ku nebin şirîkê guneh û sûcên ku li ser navê Îslamê bi destê rêjîma Tirk tê kirin.
KNK’ê Cejina Qurbanê li tevahiya gelan pîroz kir
Konseya Rêveber a KNK’ê jî bi daxuyaniyekê Cejna Qurbanê li tevahî gelan pîroz kir.
KNK’ê diyar kir ku di demekê ku xelk cejinê pêşwazî dikin dewleta Tirk hewl dide êrîşek din a dagirkeriyê li Rojava pêk bîne.
Konseya Rêveber a KNK’ê hêvî kir gel bi aramî û azadî cejn û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bikin.
Kongreya gel Cejina Qurbanê li gelê Kurdistanê û cîhana îslamê pîroz kir
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL jî bi heman armancê peyameke pîrozbahiyê weşand.
Kongreya Gel Cejina Qurbanê li tevhaiya gelê Kurdistanê û cîhana Îslamê pîroz kir û hêvî kir ev cejin li dijî mêtingerî û xiyanetê bibe wesîleya xwedîderketina li nirxên civakî û neteweyî yên gelê Kurd.
Kongreya Gel bal kişande li ser gef û êrişên dagirkeriya tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Em bang li gelê xwe dikin li dijî van êrişan bi ruhê Kobanê seferber bibe û li dijî NATO ya ku piştgiriyê dide polîtîkaya qirkirina Kurdan bibin dengê gelê me û ji bo afirandina raya giştî bi bandor tevbigerin.