Li Girkê Legê peykerê jinekê hat danîn

Duh û bi boneya 8’ê Adarê, li navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qanişlo peykerê jinekê hat danîn.

Peyker ji aliyê Şaredariya navçeya Girkê Legê ve hat danîn.

Şaredariyê bi hevkariya endamên Kongra Star peyker li sûka navendî ya navçeyê danî.

Ev peyker jî yê jinekê ye û keda jinê dide diyarkirin.

Hevseroka Şaredariya Gel a Girkê Legê Nisrîn Mihemed Lekî axivî û got:

“Ev peyker sembola têkoşîna jinan û rola wan a di civakê de ye.”

Back to top button