Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin

Şer û aloziya li Îdlibê dewam dike. Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker bargehên hev dan ber topan û di enamê de leşkerekî hikûmeta Şamê hat kuştin.

Navenda Çavdêriyê a Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand hêzên hikûmeta Şamê herêma ‘Bêçek’ topbaran kir.

Hat ragihandin hêzên hikûmetê gelek herêmên li başûrê Idlibê jî topbaran kir.

Her wiha hêzên hikûmetê herêma El-Sehara a li Helebê û Girên Kabana ên li Laziqiyê jî dan ber topan.

Li aliyê din çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li eniyên Seraqîb ya li rojhilatê Idlibê, deverên hêzên hikumetê û komên alîgirê topbarankirin.

Di encamê de leşkerek hate kuştin û hin leşker jî birîndar bûn.

Her wiha şevê din jî şer dinavbera hêzên hikûmetê û çeteyan de li bakurê Hemayê rû da.

Hêzên hikûmetê topeke hawanê li maleke li bajarokê şihêl xist

Çavdêriyê da zanîn ku vê sibê jî topek hawanê li maleke li bajarokê Şihêl ya li rojhilatê Dêrazorê ket.

Hate ragihand ku ev top ji aliyê din ê çemê firatê ji herêmên di bin kontrola hêzên hikûmetê de hatiye avêtin.

Hat diyar kiirn ji ber vê topê zirarên madî li derdorê çêbûne.

Back to top button