Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku tevahî deriyan li pêşiya alîkariyên mirovî yên ji bo herêmên Sûriyê yên wêrankirî vedike.
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarekê ragihand ku tevahî deriyên li herêmên rêveberiyê li pêşiya alîkariyên mirovî vedike.
Di biryarê de wiha tê gotin:
“Ji bo Rêveberiya Giştî ya Deriyan/ Deriyê Um Cilûd-Tayihe:
Li ser vekirina tevahî deriyên Rêveberiya Xweser li pêşiya karwanên alîkariyên mirovî yên ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser û li pêşiya insyatîfên xwecihî û civaka sivîl ên ji herêmên Rêvebereiya Xweser lihevkirineke çêbû.