Alîkarî hîn jî negihaştine Şehba û Helebê

Heta niha jî alîkariyên ku rêveberiya xweser ji bo mexdurên erdhejê rêkirine, li bendên kontrolê yên hikumeta şamê asê mane. Rêveberiya Xweser bi daxuyaniekê, destnîşan kir ku dê hewldanên xwe ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên mexdûrên erdhejê bidomînin. Ji ber astengkirina alîkariyan, koçberên li kampan bang li saziyên mirovî dikin.

Alîkariyên ku Rêveberiya Xweser ji bo Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê şandine, hê jî negihaştinê.

Duh,15’ê Sibatê 100 sehrîcên sotemeniyê di deriyê Tayihe yê Minbicê re hatin şandin.

Di navbera Minbic-Şehba-Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de; tenê 2 saet rê heye, lê 17 saet derbas bûne û alîkarî ne-gihaştine wan deveran.

Nûçegihanên me yên Heleb û Şehbayê jî piştrast kirin ku alîkarî ne-gihaştine.

6 Roj e hikumeta Şamê nahêle alîkarî derbas bibin

Li milê din jî, Hikumeta Şamê ji 10’ê Sibatê ve nahêle karwanê alîkariyên mirovî û tenduristî yên Heyva Sor a Kurd derbasî Heleb û Şehbayê bibin.

Karwanê alîkariyan ê Heyva Sor hê jî li deriyê Tayihe tê rawestandin.

Rêveberiya Xweser: Em ê alîkariyê ji mexdûrên erdhejê re bidomînin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî îro derbarê van alîkariyan de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya Rêveberiyê de hat gotin: : Bi destpêkirina karesata mirovî ya erdhejê re, Rêveberiya Xweser ji bo alîkariyê hemû derfetên xwe seferber kirin.

Karwanên alîkariyê ber bi deriyên sînorî yên bi herêmên hikumeta Şamê û herêmên dagirkirî ve hat şandin, lê rê nehat dayîn ku derbas bibin.

Piştî israr û hewlên me, 100 tankerên mazotê ji bo Şêxmeqsûd, Şehba û herêmên hikumeta Şamê hatin şandin.”

Rêveberiyê daxwaz kir ku hemû alî bê cudahî nêzî vê rewşa mirovî bibin, hewldanên mirovî asteng nekin û bi berpirsyariyên xwe rabin.

Koçberên li Şehba bag li Saziyên Mirovî kirin: Çavên xwe vekin

Li aliyê din, Hukmeta Şamê siyasetê li ser rewşa mirovî dike û li hember gihandina alîkariyê ji bo sed-hezaran koçber û pêkhateyên din ên Sûriyê, bazarê dike.

Benda kontrolê ya hukmeta Şamê ku Firqeya 4’an jêre tê gotin, heta vê kêliyê jî karwana alîkariyê yê ji bo Şehba hatiye şandin, rawestandiye.

Rêveberiya xweser a herêma Efrînê derbarê mijarê de bang li saziyên mirovî yên nav-dewletetî kir ku destwerdan bikin.

Back to top button