Parlamentoya Viyanayê komkujiya Helebceyê weke ‘jenosîd’ qebûl kir

Di 23’yê Adarê de Parlamentoya Viyanayê civîna xwe li dar xist ..
Di wê civînê de bi rayên hemû parlamenteran Komkujiya Helebceyê wek jenosîd nas kir.

Parlamentoya Eyaleta Viyanayê ya Awisturyayê bi yekdengî û bi biryara hevpar a Partiya Keskan,

Partiya Sosyal Demokrat a Awisturyayê û Awisturyaya Nû

Û Foruma Lîberal (NEOS) Komkujiya Helebceyê wek jenosîd yanî qirkirin nas kir.

Parlamentoya Viyanayê bi daxuyaniyeke nivîskî ev biryara xwe ragihand.

Li gorî daxuyaniyê:

“Bi rayên hemû parlamenteran bi yekdengî ev biryar hatiye qebûlkirin..”

Bêrîvan Aslan: Di dîroka siyasî ya Awisturyayê de yekemîn e

Parlamentera Awisturyayê Bêrîvan Aslan jî di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de ev biryar eşkere kir.

Bêrîvanê got:

“Di dîroka siyasî ya Awisturyayê de yekem car bi hewldana min sûcekî komî yê li dijî Kurdan wek ‘jenosîd’ hat qebûlkirin.

Êrişa bi gaza jehrî ya li Helepçeyê ji aliyê hemû partiyên li Parlamentoya Viyanayê ve bi yekdengî wek ‘jenosîd’ hat qebûlkirin.”

Back to top button