Çalakvan: Ji bo rawestandina êrişa pêwîstî bi helwesteke cidî heye”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin.
Mînaka wê jî êrişa li Silêmaniyê.
Çalakvanên Ranyayê û Welatiyên navçeya Koye derbarê mijarê de gotin:
Pêwîste aliyên siyasî ji bo sekinandina êrişên dewleta Tirk helwestek cidî nîşandin.

Êrişên dewleta Tirk yên ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê de bê navber dewam dikin.

Herî dawî dewleta dagirker êrişî balafirxaneya Silêmaniyê kir.

Li dijî vê yekê bertekên tund derdikevin..

Derbarê êrişên berdewam çalakvanên navçeya Ranyayê ji Rojnews re axivîn.

Çalakvanê bi navê Hejar Mergeyî li ser êrişên dewleta Tirk got:

“Ev êriş şikestina AKP û Erdogan ya ku wê di hilbijartinê de bi destê Kurdan pêkwere, nîşan dide. ”

Çalakvan Mihemed Mistefa jî got:

“Êrişên dewleta Tirk karek terorîstî û dijminane ye .

Ev êriş ne tenê li dijî aliyek tê kirin, êrişek li dijî tevayî Kurdan. ”

Çalekvanan herî dawî daxwaz ji desthilatdarên Iraq û Herêma Kurdistanê kirin ku xwedî helwest bin ..

Welatiyên Koyê: PDK’ê weke dijmin li Silêmaniyê dinêre”

Welatiyên navçeya Koye jî bi heman armancê axivîn..

Welatiyan diyar kir ku dewleta Tirk, dewletek dagirkere.

“Kurdistan ya me hemûyane, lê PDK weke dijmin li Silêmaniyê dinêre.

Divê aliyên Kurdî dev ji van kiryarên xwe berdin. “

Back to top button