Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê, Gerînendetiya Jîngehê ya Minbicê însiyatîfa komkirina plastîkan li Minbic û gundewarên wê da destpêkirin.
Derbarê vê însiyatîfê, Hevserokê Gerînendetiya Jîngehê ya Minbicê Ednan El-dexîl axivî û got:
Rojane gelek alavên plastîk di hemû aktîvîteyên jiyanî, pîşeyî, bazirganî û malan de tên bikaranîn û zirareke mezin didin jîngehê.
Di roja yekemîn a pêngavê de, dê broşûrên derbarê xetereya bermahiya van madeyan, dê bên belavkirin.
Piştre dê dest bi komkirina plastîkên li rêyên giştî bê kirin.
El-dexîl anî ziman ku divê alternatîfên ji bo jînegehê ewle, mîna kaxiz, qumaş û madeyên ku bi demê re tune dibin, bên bikaranîn.
Tê payîn ku însiyatîf dê sê rojan dewam bike.