HPG’ê nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir

HPG’ê nasnameya herdû gêrîlayan eşekere kir, ji malbatên hêja yên şehîdan û tevahî gelê welatparêr ên Kurdistanê re sersaxî xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî nasnameya 2 gerîlayên ku li Serhedê şehîd bûn eşkere kir.

HPG’ê da zanîn hevrêyê wanCanda û Mazlûm di 20’ê Cotmeha 2022’an de şehîd bûye û wiha got:

“Dewleta Tirk a dagirker û li qada Kirê Halacê ya Gilîdaxê, dest bi operasyonê kir.

Hêzên me jî bersiv dan dijmin û di encamê de şerekî giran qewimî.

Di vî şerî de hêzên me 4 caran li dijî dijmin çalakiyên sabotajê kirin û herî kêm 4 dagirker ceza kirin, yek jî bi giranî birîndar kirin.

Di vî şerî û van çalakiyan de hevrêyên me Canda û Mazlûm ku bi wêrekiyeke mezin şer kirin û derbên giran li dijmin xistin, şehîd bûn.”

HPG’ê diyar kir Gêrîla Canda û Mazlûm weke rengê şênber ê îradeya Apoyî derbên giran li dijmin xistin û bûn pêşengên berxwedana li Bakurê Kurdistanê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di dawî de de ji malbaltên hêja yên şehîdan, tevahî gelên welatparêz ên Kurdistanê re bi taybetî jî xelkê Rojava û Rojhilatê Kurdistanê sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameya Gêrîlayên şehîd wiha ne:

Nasnav: Canda Çiya
Nav paşnav: Jiyan Abdûllah
Cihê jidayikbûnê: Tirbespiyê
Dayik : Menîfa
Bav: Mihemed Xêr
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Cotmeha 2022, Serhed

Nasnav: Mazlûm Rojhilat
Nav paşnav: Solad Direxşanî
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik : Kûdret
Bav: Alî
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Cotmeha 2022, Serhed

Back to top button