Pêşangeheke hunera şêwekariyê li Helebê hat lidarxistin

Bi nêzbûna salvegera 3. a dagirkirna Efrînê, Foruma Çandî ya Helebê pêşangeheke hunera şêwekariyê li dar xist, li Şahbayê jî semînerek li ser dîroka Êzîdiyan a li Efrînê hat dayîn.

Pêşangeh li Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya li taxa Şêxmeqsûd hat li dar xistin.

Di pêşangehê de şêniyên taxê û hunerhez amade bûn.

Di pêşangehê de 6 şêwekarên ji Efrîna dagirkirî bi riya tabloyan hestên xwe anî ziman.

Şêwekaran diyar kirin ku di tabloyan de nameyên şermezarkirina bêdengiya aliyên navneteweyî li hemberî koçberkirina şêniyên Efrînê hatin dayîn.

Li Fafînê semînerek li ser dîroka Êzîdiyan li Efrînê hat lidarxistin

Li Şehbayê jî Semînerek li ser dîroka Êzîdiyan li Efrînê li hola Axîn Welat a Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê hat dayîn

Hevserokê Yekitiya Êzidiyan a katnona Efrînê Mistefa Nabo di semînerê de qala dîroka ola Êzidî û dîroka êzidiyên li Efrînê, kir.

Mistefa Nabo behsa rewşa êzidiyan piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê kir.

Back to top button