HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li hemberî hêzên gerîla yên ku di pozîsyona parastinê de ne, careke din bi bombeyên qedexebûyî êriş pêkanîn.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin: “Artêşa Tirk a dagirker li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku di pozîsyona parastinê de ne, bi giranî êrişan dike.
Dewleta Tirk a faşîst ku bi her cûre teknîkê şerê qirêj dimeşîne, qadên ku hêzên me lê ne di 15’ê sibatê de bi bombeyên qedexebûye, tank, obus û çekên giran bênavber bombe kir.”
Agahiyên berfireh ên êrişên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
15’ê Sibatê nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.
14’ê Sibatê qada Deşta Kafya ya Garê 5 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
15 û 16’ê Sibatê Qada Berxwedanê ya Girê FM, bi obus, tank û çekên giran 43 caran hatin bombekirin.



