Artêşa Niştimanî droneke Tirkî li başûrê Terablusê anî xwar

Li eniyên rojhilatê Misratayê jî, Artêşa Lîbî nuqteyên çeteyan kirin armanc û li başûrê Terablusê droneke Tirkî anî xwar.

Îro berbangê jî, Artêşa Niştimanî ya Lîbî, nuqteyên çeteyên Wîfaqê yên li eniya Ebû Qirîn li rojhilatê Misratayê kirin armanc.

Duh jî şer û pevçûn li gelek eniyên başûrê Terablusê gur bû û Artêşê droneke Tirkî anî xwarê.

Li eniyên başûrê Terablusê, şer û pevçûn bi çekên giran di navbera Artêşa Lîbî û çeteyan de rû da.

Li gorî çavkaniyên leşkerî, hin ketîbe û pergalên parastinê yên Artêşê, berê xwe da bajarê Misratayê.

Çeteyên dewleta Tirk êrîşek bir ser nuqteyên Artêşê yên li Wadî El-Rebî’i û di ancamê de, topbaran di navbera herdu aliyan de çêbû.

Bi dewama şer re, dewleta Tirk her destekê dide hikumeta wîfaqê ya Îxwanî û wê bi çek û çete dike.

Back to top button