Ûkrayna amadekariyên xwe yên dawî dike

Derdor li Ûkrayna teng dibe. Di demekê ku Kîevê xwe ji êrişeke li sînorê bi Moskowa re amade dikir, niha Belarûs jî bûye eniyek din a metirsîdar. Li dijî leşker û çekên Moskowa ji bo Belarûsê şandî, Kîev jî li sînorê bi Belarûs re dest bi kolandina xendekan kiriye. Li kêleka vê jî têlên rêsayî datîne. Her wiha antî-tank ku Îngilîstanê di çarçoveya alîkariya teknîkî ya navneteweyî de ji bo Ûkrayan şandî, gihişt welat.

Şer li ber derî ye.

Ûkrayna ku vê dibîne, êdî xwe ji rewşa herî dijwar re amade dike.

Piştî ku Serokomarê Belarûsê Aleksander Lukaşenko ragihand ku hêzên Rûs ji bo tetbîqata leşkerî hatine welat, metirsiya li sînorê rojhilatê Ûkrayna zêdetir bû.

Dîmenên sewqiyatên tankên Rûsya bû Belarûs jî ev goman hîna zêdetir kir.

Artêşa Ûkrayna li sînorê Belarûs dest bi xendek û bendê parastinê kiriye

Ûkrayan ku vê yekê dibîne, hewil dide parastina xwe ya bi sînorê Belarûsê re xurt bike.

Servîsa Ewlekariya Sînor a Dewletê ya Ûkrayan doh dîmenên leşkerên li sînorê Ûkrayna-Belarûsyayê bend danîne weşand.

Lê derbarê cihê dîmen jê hatî kişandin de agahiyên berfireh ne hatin parvekirin.

Tenê tê gotin ev dîmen ji herêma Cherkasy ya li sînorê Belarûsê ye.

Antî-Tankên Îngilistanê ji bo Ûkrayna şandî gihişt welat

Di vê navberê de, ji London bo Kîevê piştevaniya yekem gihişt welat.

Sîstemên parastina antîtank ên sivik ên ku ji Îngilîstanê di çarçoveya alîkariya teknîkî ya navneteweyî de hatine şandin, gihîştin Ûkraynayê.

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Ûkraynayê Anatolîy Petrenko bi daxuyaniyekê diyar kir ku wê çek tenê ji bo parastinê bên bikaranîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku alîkariya teknîkî ya navneteweyî ya ku ji pergalên parastinê yên dijî tankan pêk tê ji Îngilistanê gihîşt Ûkraynayê.

Wallace: Em ê piştevaniya Kîevê bikin

Wezîrê Parastinê yê Îngilistanê Ben Wallace duh gotibû,

Li dijî êrişek Rûsya li ser Ûkrayna ew ê zêdetir çekên parastin û perwerdehiya leşkerî bidin Kîevê.

Wallace got:”Me biryar da ku pergalên sivik ên parastina dijî tankan ji Ûkraynayê re peyda bikin. Jimarek kêm ya leşkerên Îngilistanê jî ji bo demek kin wê perwerde bidin leşkerên Ûkrayna.

Wezîrê Parastinê yê Lîtvanya: Sewqiyata leşkerî ya Rûsya bo Belarûs ji bo me raste rast gefe

Lîtvanya ku endamekî NATO ye helwesta xwe ya li ser veguhestina hêzên Rûsya bû Belarûs nîşan da.

Wezîrê Parastinê yê Lîtvanya Arvydas Anusauskas got,

Veguhestina leşkerên Rûsyayê ji bo Belarusê ji bo me raste rast gefeke.

Wezîrê Parastinê yê Lîtvanya Anusauskas got:

“Em ketina hêzên leşkerî yên Rûsyayê bo Belarusê ne tenê wekî faktorek ku rewşa ewlehiyê têk dide, lê di heman demê de wekî xetereyek rasterast li ser xwe dibînin.”

Back to top button