“Nêkîkatiyên di navbera hikumeta Şam û Enqera de “

Rûsya hewl dide “ji nû ve ferzkirina rejîmê” û nêzbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de pêk bîne ..
Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb got :
Ev hewl cihê şermê ye ..
Lazime hikumeta Şamê dest bi diyalogeke cidî bi sûriyan re bike da ku krîza li welat bi dawî be.

Tirkiyê di bin siya gefên operasyoneke nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwaze peywendiyên xwe bi hikumeta Sûriyê re baş bike.

Rûsya jî hewl dide wan nêzî hev bike .. Ev yek jî li ser hesabê gelê Sûriyê ye..

“Li gel Rûsya hesabên dûrî berjewendiyên gel heye”

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb derbarê mijarê axivî û got :

“Rûsya hewl dide ji nû ve rejîmê saz bike. Wê yekê bi rêya pêşxistina têkiliyên navneteweyî dike..

Li gel Rûsyayê hesabên taybet ên dûrî berjewendiyên gelê Sûriyê hene.”

“Ev nêzîkatî derbekirina projeya Rêveberiya Xweser e”

Hebîb wiha pê de çû: “Mîna van nêzîkbûnan derbekirina projeya Rêveberiya Xweser e..

Em têkiliyên di navbera dewletên cîran de red nakin..

Lê belê divê ev têkilî ne li ser hesabê sûriyan, berjewendî û nîştimaniya Sûriyê be.

Em ji lihevkirinên herêmî û navneteweyî yên li ser hesabê gelên herêmê bi fikar in.”

Hebîb helwesta Rêveberiya Xweser ku ya ji bo dîtina çareyeke siyasî ji krîza Sûriyê re nû kir û got:

“Şam jî ji bo me mîna Qamişlo, Dêrik û Dêrazorê ye.

Em sûrî ji vî welatî ne.

Ji bo hemû dozên asê bi dewletên cîran re çare bibin em bi çareseriyê re ne ..”

Hebîb dawiyê tekez kir ku lazime hikumeta Şamê dest bi diyalogeke cidî bi sûriyan re bike da ku krîza li welat bi dawî be.

Back to top button