Mihemed Emîn Pêncwînî: Serdana Bafil gavek baş bû

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî serdana Bafil Talebanî bi gavek erenî nirxand.
Û hêvî kir ku ev serdan bibe wesîleya ku hêzên Kurd û serkirdeyên Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakur hîn zêdetir seredana hev bikin.

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî derbarê giringiya seredana Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ji Rojava re axivî.

Mihemed Emîn Pêncwênî serdana Bafil Talebanî bo Rojava bi gavek baş û erênî nirxand û ev tişa anî ziman:

”Ev seredan di demekî de ye ku dewleta Tirk ev sê mehin gefa êrişekê nû dixwe û ji bo wê jî hêzek leşker mezin amade kiriye.

Di demek wisan de serdana serokê partiyek sereke ya Başûrê Kurdistanê bo Rojava karek gelek baş û erêniye.

Seredan piştgiriyek mezin a manewiye ji bo QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Rojava ye.”

Mihemed Emîn Pêncwênî anî ziman ku ev serdan hewldaneke ji bo vegera YNK’ê li ser rêya Mam Celal e.

Û hêvî kir ku ev seredan bibe wesîleya ku hêzên Kurd û serkirdeyên Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakur hîn zêdetir seredana hev bikin.

Pêncwînî: Hevgirtin hebe, wê pirsgirêka Kurd zûtir çareser bibe

Siyasetmedarê Kurd dibêje serdana Bafil bo Rojava peyamek ji dewleta Tirk re bû û ev wiha dewam kir:

“Li gor agahiyan Kak Bafil di hemû civînan de piştgiriya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê aniye ziman.

Her wiha piştevaniya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên li gel Suriye û Tirkiyeyê re nîşan daye.

Seredana Bafil Talebanî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê peyameke eşkere ye ji bo dewleta Tirk.”

Dawiyê, Pêncwênî got: “Heta yekgirtin û giftûgo di nava hêzên Kurd de hebe, wê pirsgirêka Kurd hîn zûtir çareser bibe.”

Back to top button