Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Her wiha Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî nasnameyekî şervanê xwe eşker kir û got:
Şervanê me Xalid Eşwî El Muxîr di hedefgirtina erebeya wî de li ser rêya bajarokê El Mensûra şehîd bû.

Têkildarî şehadeta şervanê xwe Navende Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de got:;

“Endamê me Xalid Eşwî El-Muxîr 13`ê Mijdarê dema erka xwe bi cih dianî, di encama hedefgirtina seyareya wî de gihaşt asta şehadetê.

Navendê diyar kir ku Ş. Xalid yek ji endamên dilsoz ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû û wiha got:

Endamê me Xalid Eşwî El-Muxîr beşdarî gelek eniyên şer li dijî çetan bû.

Bi hemû hêz û cesareta xwe şer kir û li ber xwe da û jiyana xwe ji bo xizmeta welat û gelê xwe kir qurban.

Hêza xwe ji hezkirin û dilsoziya welatê xwe digirt û bi xwe her tim xwe di rêza herî pêş de cih digirt.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên derbarê şervanê şehîd bûye wiha ne:

Nav û paşnav: Xalid El-Muxîr
Navê Bav: Eşwî
Navê Dayikê: Xod
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Mensûra 4/6/2018
Cih û Dîroka Şehadetê: Mensûra 13.11.2023

Back to top button