Li Minbicê 20 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbirê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbeyeke mezin bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbirê da.
Li Minbicê 20 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbirê hatin girtin.

Di çarçoveya pêngava Tolhildana şehîdên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê de, xebatên bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbirê dewam dike.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê têkildarî vê yekê daxuyaniyek da.

Navende ragihad ku piştî şopandineke mezin li Minbicê bi ser gelek cihên bazirgan û bikarhênerên narkotîkê de hatin girtin û ev agahî parve kir:

Di operasyonê de, 20 bazirgan û bikarhêner hatin girtin.

Her wiha madeyên hişbirê, çek û amûrên bi karanînê hatin desteserkirin.”

Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê da zanîn piştî operasyonê kesên sûcdar ji dadgehê re hatin veguhastin.

Back to top button