Di roja duyemîn a 2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê de kurteçîrok hatin xwendin
Her wiha panelek têkildarî zimanê kurdî jî hat lidarxistin.
2. Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dewam e.
Festîval ji aliyê Weşanxaneya Ava û Desteya Çandê ya Herêma Firatê ve tê lidarxistin
Di roja 2’an a festîvalê de têkildarî rêgezên zimanê kurdî panelek li dar ket.
Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Viyan Hesen û hevserokê Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Kobanê Egîd Nasro panel bi rêve birin.
Rêzimana kurdî, girîngiya wê û rêbazên pêşxistina wê heta roja îro hatin nîqaşkirin.
Dûre kurteçîrok bi zimanê erebî û kurdî hatin xwendin.
Di dawiyê de beşdarên festîvalê sardana pêşangeha pirtûkan kir.
Festival wê sêşemê bi dawî bibe.