MÎT’a dewleta Tirk çekan derbasî herêmê dike

Ji bo tevlîhevî û têkbirina aramiya li herêmê dewleta Tirk a dagirker bi her awayî hewildanan dike. Ji bilî êrîşên dijwar li ser herêmê û derbaskirina çete û sîxurên xwe, êdî eşkere dest bi derbasbûna çekan jî dike. Di encama operasyoneke Hêzên Taybet li herêma Reqayê de, hin çekên Tirkiyê ku bi rêya şaneyên veşartî derbasî herêmê dikrin, hatin girtin.

Di van demên dawî de dewleta Tirk a dagirker tevî hemû êrişên li ser herêmê, bi armanca tevlîheviyê, hewl dide ku sîxurên xwe derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Ji bilî derbaskirina sîxuran, herî dawî eşkere bû ku çekan jî derbasî herêmê dike.

Hêzên Taybet ên Asayîşa Kobanê li herêma Reqayê hin çekên NATO’yê bi sîxurên Tirkiyê re ku dixwestin derbasî herêma Reqa û Dêrazorê bikin, girtin.

Yek ji endamên Hêzên Taybet ên Asayîşê der barê vê operasyonê de agahî dan.

Endamê Hêzên Taybet eşkere kir ku piştî lêpirsînê hat zanîn ku dewleta Tirk bi rêya van şaneyan û derbaskirina çekan hewil dide ku tevgera DAIŞ’ê ji nûve zindî bike.

Endamê Hêzên taybet teqez kir ku ew ê herêmê ji hemû şaneyên veşartî yên dewleta Tirk û çeteyên wê paqij bikin.

Berî demekê QSD’ê li dijî tevgera şaneyên veşartî operasyon dabûn destpêkirin û gelek çeteyên Tirkiyê ku çekên NATO’yê bi wan re bûn girtin.

Jixwe şandina van çekên NATO’yê bi rêya dewleta Tirk a dagirker ji çeteyên DAIŞ’yê re beriya niha hatibû belgekirin.

Back to top button