Li Fransayê 3 polîs hatin kuştin û yek birîndar bû

Li Fransayê, di encama êrîşekê de, 3 polîs hatin kuştin û yek birîndar bû.

Li gorî ajansa AFP, piştî agahiyên tundiya li dijî jinekê, polîsan berê xwe da gundekî parêzgeha Puy-de-Dôme a li nîvê Fransayê, lê dema gihîştin deverê, zilamekî 48 salî gule li wan barand û piştre agir bi malê xist.

Li gorî AFP ew jin hat rizgarkirin û polîsan dever dorpêç kir.

Berya vê bûyerê jî, polîsên bajarê Nîm ê Fransayê, girtina dadgeha sereke ya bajêr, bê ku sedem eşkere bike, ragihand.

Rojnameya Midi Libre û kanala France 3 diyar kir, ku ev girtin ji ber mirina kesekî li avahiyê û gumana bûyereke gulebaranê di hindirê wê de, pêk hat.

Back to top button