ENKS’ê banga Rêveberiya Xweser ji bo yekîtiya kurdî erênî nirxand

Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) banga Rêveberiya Xweser a derbarê hewldanên yekîtiya kurdî de bi awayekî erênî nirxand.

Têkildarî mijarê ENKS’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo xizmeta yekîtî û doza Kurdî li Sûriyê ew ê bi cidî û erênî tev bigerin.

Her wiha ENKS’ê destnîşan kir ku ji bo rola gelê Kurd di prosesên siyasî li gorî biryarên navdewletî ew ê her di nava hewldanan de bin.

Di çaçroveya hewldanên yekîtiya Kurdî de Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû ku ti astengiyên qanûnî li pêşiya ENKS’ê nîne ku buroyên xwe vekin û bêyî şertên pêşîn karê xwe dewam bike.

Desteya Hundirîn destnîşan kir ku armanc jê vê gavê ew e ku hemû astengiyên li pêşiya poresa jinûve-avakirina baweriyê di navbera hemû saziyên siyasî û rêveberî de ji holê rabin.

Leave a Reply

Back to top button